• Wednesday, 04 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Bûyerên Zaxoyê Şermezar Kir

Gulan Media December 7, 2011 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Bûyerên Zaxoyê Şermezar Kir
Îro Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî di derbarê bûyerên çend rojên derbasbûyî yên ku, li Devera Zaxoyê de qewmîne li ser pêgeha xwe a li Facebookê peyamek weşand û ev bûyerên han şermezar kir.

Ev texta peyama birêz Nêçîrvan Barzaniye;

Welatiyên birêz û hêja yên Kurdistanê û hevalên hêja û birûmet ev demê we baş, mêxabin careke din nakokî û aloziyên neqanûnî li hin Deverên Kurdistanê de derketin holê û bûne sedema dilgiraniya me.

Vê carê çend kesek bi dûr ji çand û tureyên civakê û bi dûr ji her cure zagonekî dixwazin çanda wêran kirin û şewtandinê bînin nava civaka me. Bêgoman ev çanda han çandeke biyaniye di nava civaka me de û em hertim bi vê yekê serbilindin ku, civaka Kurdistanî bi awayekî gelek baş çanda bihevre jiyan û hevûdû qebûl kirinê di nava xwe de zal kiriye û li gorî vê çanda han dijî, ev yek weke rastiyekî bi dirêjahiya Dîrokê di nava civaka Kurdistanê de hebûye, lewre ti hincetek ji bo vê çanda biyanî di nava civaka me de tuneye.

Nabe û bi ti awayî jî nayê qebûlkirin ku, cudatiyên olî, etnîkî, siyasî û çandî û civakî bibin sedema bikar anîna tundûtîjî.

Em weke aliyeke sereke ya desthilatê di demekî de ku, hewl didin daku, li hember metirsiyên Dereve asayîş û aramiya Kurdistanê biparêzin dibînin ku, di nava Kurdistanê de hinek alî dixwazin ku, çandeke nû di nava civaka me de zal bikin ku, li gel arman û armancên ti civakeke pêşkeftinxwaz de nagonce.

Ev aloziyên han di demekî de diqewmin ku, guhertinên gelek mezin li Deverê de li holê dene û em li benda vê yekê ne ku, Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê bi mafên xwe yên netewî şa bibin lewre em naxwazin di pêvajoyeke bi vê rengî de bi ti awayî derî bo nakokiyên bi vê rengî vekin û li hember de hewl didin daku, bi parastina yekrêzî û tebayiya xwe berejwendiyên bilind yên Gel û welatê xwe biparêzin.

Kurdistan di nava pêşkeftin û guhertinên nû deye û li gel her cure pêşkeftin û guhertinekî de jî tiştên nû rû didin. Takên civaka Kurd û aliyên siyasî yên Kurdistanê pêwîste ev maf û azadiyên heyî û maf û azadiyên takekesî ku, hatine gerentîkirin di berçavan re derbas bikin.

Her kes dikare bi rêya Dadgeh û Parlementoya Kurdistanê gilî û gazendeyên xwe eşkere bike, nekî bi rêya menberên mizgeftan de xwel han bidin bo karî nebaş û tundkarî û wêran kirin û şewtandin.

Niha pêwîste ku, Mamosteyên olî çawe ku, di nava pêvajoyên curbicur de erkên xwe cîhbicîh kirine û rastî pêşkêşî civakê kirine niha jî pêwîste Mamosteyên han bi hest kirin bi berpirsyartiyên olî, netewî û civakî, peyama aştî, biratî û bihevre jiyanê bigehênin tevahiya çîn û pêkhateyên civakê.

Di bûyerên wan çend rojan li Devera Zaxo û hin Deverên din de êrîşên nerewa li ser mal û milkên birayên Mesîhî û Îzdî hatin kirin û gelek hotêl û cîhên seran kirinê hatin şewtandin, ev yek çand û diyardeyeke gelek xirab û cîha fikar û dilgiraniyêye.

Hevdem dibînin ku, di dema rûdana her cure bûyerekî de hinek alî êrîş dikine ser baregehên din û dixwazên nakokiyên heyî bihêztir bikin, jiber vê çendê êrîş kirine ser baregehên yekgirtûya îslamî cîha dilgiraniya meye, bêgoman dibaya hewlên cidî hatibana dayîn daku, ev bûyer neqewmîbaya lêbelê ev diyardeyeke û pêwîste tevahiya me bi hevre hewl jibo nehêştina vê diyardeya han bidin, jiber ku, ev yek ti fêdeyeke xwe tuneye tenê yekrêziya Gelê me lawaz dike.

Bi dirêjahiya Dîrokê em neçar bûne ku, bo parastina hebûn û nasnameya xwe têbikoşîn û bo azadî xebat bikin, lê îro di siya vê azadî û demokrasiya han de hinek kes dixwazin rewşa heyî aloz bikin û çandên nexwestî bînin nava civaka me.

Tehvaiya me dizanîn ku, beşên din yên Îraqê di nava çê rewşeke aloz û xirab dene, ew ku, hev û dû qebûl nekirin karesat û terajdî bi ser xelkê xwe de anî, lewre em bi ti awayî derfet nadin ku, rewşa Kurdistanê aloz bibe.

Nabe hinek kes azadî weke amûrek bo bêdeng kirina kesên din bikar bînin, ev kesên ku, dixwazin di bin nav û siya azadî de azadiyên kesên din binpê bikin di nava civaka me de cîha wan tuneye.

Pêwîste her kes rêz ji nêrînên cuda yên siyasî, olî û etnîkî bigire.

Ez berê axaftinên xwe didim aliyên desthilat û birayên xwe yên di nava opozisyonê de, ku, demê vê yekê hatiye ku, tevahiya me girêdayî bi diyaloga nîştimanî bin û kêşeyên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.

Nabe cudatiya siyasî bibe fakterek ji bo têkdan û jinav birina şîrazeya civaka Kurd, jiber ku, tevahiya kemenetewên olî û etnîkî di nava Kurdistanê de dikarin cîh bibin, mebesta min eve ku, cîha tevahiya wan di nava Kurdistanê de dibe.

Hêvî dikim tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê, saziyên medenî û dezgehên ragihandinê yên di nava Kurdistanê de û yên li Derveya Kurdistanê de li gorî berpirsiyartiyên xwe yên Dîrokî tevbigerin û bi hevre hewl jibo çareser kirina kêşe û aloziyên heyî bi rêya diyalog û qanûnê bidin.
Top