• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Bila Bi Tebayî Û Yekrêzî Ber Bi Bihareke Kurdistanî Ve Biçîn

Gulan Media December 7, 2011 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Bila Bi Tebayî Û Yekrêzî Ber Bi Bihareke Kurdistanî Ve Biçîn
Beriya çend rojan li Devera Zaxoyê hin bûyerên nexweş û nexwestî qewmîn û encamên nebaş ji wan derketin. Diyar kirina çawetiya bûyerên han û sedemên wan bûyeran û Tawanbarên ku, ev bûyerên han encam dane ji komîteya lêkolînê re dihêlim, tişta ku girînge û bûye sedema dilgiranî û fikarên min dixwazim behsa vê bikim ev ku, eve ku, her tişteke nebaş û qirêj ku, diqewme dibe weke sedemek bo aloz kirina rewşa giştî û gehandina zereran bi raya giştî û dibe sedema aloz kirina proses û rewşa baş ya Kurdistanê û çanda bihevre jiyan, rêz ji hevûdû girtin û tevahiya ezmûnên baş yên Kurdistanê dixe jêr gef û metirsiyan.

Di dema bûyerên çend rojên berê de me dît beriya ku, li benda encamên lêkolînên komîteya lêkolînê were kirin dest bi kempeyina tawanbar kirina ewin din destpê kir. Nedibaya ku, jibo rexne girtin ji aliyên din anjî jibo bihêz kirina pêgeha siyasî êrîşî mal û milkên kemenetewên olî û etnîkî were kirin. Hevce nedekir ku, jibo diyar kirina nêrînên cuda Dîrokeke têjî ji serwerî ya bihevre jiyanê bikeve bi pirs û metirsiyan. Nedibaya hewl jibo jinav birin û têkdana mûzayîka baş ya pêkhateyên Kurdistanê hatiba dayîn. Nedibaya her kareke provakatorane bibe sedema aloziyeke siyasî û piştre jî ev aloziya siyasî jibo bihêztir kirina nakokiyên bertesk yên di navbera aliyên siyasî de were bikaranîn.

Dibûya ev kêşeyên han li gorî asta berfirehiya xwe liber çavan re hatibana derbaskirin û nedibaya şaştî û helwestên provakatorane yên takekesekî anjî yên çend kesekî di nava sînureke diyar kirî de ji bo tawanbar kirina giştî ya aliyeke siyasî û berfire kirina kêşeyên heyî hatibaya bikaranîn.

Dirêj kirina tiliya tawan û sûçbar kirinê bi awayekî bêyî bingeh û bêyî esas bi qasî ev kiriyarên provakatorane nexweş û naşîrîne û afrandina alozî û nakokiyan jî ji aliyê aliyên siyasî ve di nava mala xwe de ne li gorî berejwendiyên wan deye.

Liwir de ev pirsa han derdikeve ka gelo çima piştî her bûyereke nexweş bi lez dest bi naşîrîn kirina ezmûna Kurdistanê tê kirin? Bo çî hinek alî bangewaziya Bihara Erebî dikin? Mimkune ku, bersifeke dirêj ya vê pirsa han hebe lê nabe em şaş bibin ku, hewldan jibo aloz kirina rewşa baş ya Kurdistanê û jinav birina ezmûna Kurdistanê û afirandina nakokiyan ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî hewldan ji bo kopî kirina bihara Erebî bi wateya hişk kirina bihara Kurdistaniye ku, di destpêka gol û bişkifên xwe deye.

Ev guhertinên ku, li Deverê de hatine kirin hem aliyên xwe yên baş jî hene hem jî aliyên xwe yên nebaş û aloziyên xwe yên taybetî hene. Lê misogere ku, aliyên Kurdistanî bi tavahiya pêkhatên xwenî olî û etnîkî ve dikarin rewşeke weha biafrinên ku, fêde ji wan guhertinên bigirin ku, li Deverê de pêş ketine û bi vê awayî bihareke Kurdistanî jibo bi dest xistina tevahiya maf û azadiyên xwe bide destpêkirin.

Lê mixabin ev bûyerên ku, îro di nava raya giştî ya civaka Kurd de tên dîtin ne li gorî fêde girtin ji guhertinên Deverê û amadekarî bo destpê kirina bihara Kurdistanîne.

Ev rewşa han ku, îro derketiye holê neyê kontrolkirin û çareserkirin vê bêgoman bandorê li ser yekrêziya Gelê me û pêkhat û aliyên siyasî yên vî bikin û dibin sedema lawaz kirina hêzên me û jinav çûna berejwendiyên bilind yên Gelê me û di encam de rewşeke weha derdikeve ku, paşeroja prosesa siyasiya Kurdistan û berejwendiyên tevahiya pêkhateyên welatê me dixe bin metirsî û êrîşan.

Di rewşeke bi vê rengî de hinek kes û alî dixwazin berejwendiyên Gelê Kurd bikin qorbana dîdiga û nêrînek ku, ligel xweza û siyaseta civaka me de nagonce û biyaniye ligel civak û çanda civaka me de.

Bangewazî bo anîna bihara Erebî bo Kurdistanê bangewaziyeke nerast û nazanistiye û ji vê jî zêdetir ligel rastiya siyasî, Dîrokî, çandî û rewşa niha, rabirdû û dahatûya Kurdistanê de nakoke û nagonce, bihara Erebî ku, li hin welatan de qewmiye di rewşa goncav ya wan welatan de bûye û encamên vê jî cî dibin bila bibin vê bibin sedema nîqaş û giftûgoyên girîng û demdirêj.

Lê dibe ev yek were zanîn ku, her civakek xwedan taybetmendiyên xwe ye û nabe ku, bûyerên welatekî her weke xwe li welateke din de biqewmin anjî ev bûyerên han li welatekî derbasî welateke din bibin, lewre ev kesên ku, li ser anîna bihara Erebî bo Kurdistanê biîsrarin li xweza û rastiya kêşeyên Kurdistanê û xwestek û daxwazên Dîrokî yên pêkhateyên Kurdistanê gelek dûrin û tiştek ji wan fêm nakin.

Kêşeya me kêşeya parçe kirina welat, binpê kirin û înkar kirina mafên rewa yên netewî û jiholê rakirina sembol û nirxên me yên netewiye, jiber vê çendê bihara Kurdistanî ev deme ku, Gelê Kurd bigehêje armanc û mafên xwenî dagirî û binpê kirî, bihara Kurdistanî demsala hildana pênaseya xwin li ser daxwaz û mafên rastîn yên Gelekî çawsave û bêpar kirî û parçe bûyî.

Devera han têjî ji rûdaw û bûyerên curbicure lewre pêwîste em bi her awayî xwe amade bikin bo rûbirû bûn bi wan rûdaw û bûyeran re, daku, Gelê me bi baştirîn û zêdetirîn destkeft û kêmtirîn qorbanî bigehêje qontara başî û aramî.

Di dawî de daxwaz ji her kes û her aliyekî dikim ku, bi hestên birpirsiyartiya Dîrokî nakokiyên heyî bixin aliyekî û bi canê berxwedarî, xweragirî û rihê biratî hêza Gelê xwe bixin ser xetek baş û paşeroj û dahatûya Gelê xwe ber bi asûyeke baş û rûhnî ve bibin. Bila tevahiya me bi hevre bageşe bo bidest xistina tevahiya mafên Gelê xwe û bihareke Kurdistanî bikin, biharek ku, tê de maf û azadiyên tevahiya pêkhatên Kurdistanê gerentî bibin û bi vê rengî jî dahatûyeke baş bo newiyên xwe amade bikin.
Top