Bi Serokatiya Serok Barzanî Û Talebanî Her Dû Mekteb Siyasiyên PDK Û YNK Civiyan
Di vê civîna han de ku, di nava germahiya bûyer û rûdawên Rojhilata Navînd de hatiye sazkirin de, bandora guhertinên heyî yên li Deverê li ser Cîhan, Îraq û Kurdistanê hate nîqaşkirin.
Di vê civîna han de mêjar bi mêjar rewşa heyî û bandora vê li ser ezmûna demokratîk ya Kurdistanê û peyvendiyên steratejîk yên di navbera partî û yekîtî de hate giftûgokirin û di dawiya civînê de jî çendîn biryarên girîng hatin stendin.
Rojhilata Navîn; di civînê de her dû mekteb siyasî bi berçar derbas kirina ev metirsiyên ku, di nava wan guhertinan de hebûna xwe didomînin û bandoreke nerênî li ser demokrasî û tevgera guhertinan dibe, her çend rewşa Rojhilata Navîn bi vê rengiye lê em tekez li ser vê yekê dikin ku, demokrasî, reform û dadperweriya civakî bûne armancên sereke yên civakên Deverê, lewre bidest xistina wan armancan tişteke ku, paşde xistina wan nemimkune.
Rewşa Îraqê; civîn bi dilgiranî li rewşa Îraqê û çawetiya çareser kirina kêşeyên hilwastî bi taybetî di nava dezgehên Hikûmetê de dimêzîne, kêşeya herî metirsîdar ya Îraqê cîhbicîh nekirina destûra bingehîn a Îraqê û peymanên îmzekirî di navbera aliyên siyasî deye.
Di civînê de tekez li ser cîhbicîh kirina tevahiya xal û madeyên destûrê û peymanên îmzekirî di navbera Hikûmeta Kurdistan û Hikûmeta Îraqê de kir. Cîhbicîh nekirina destûr û peymanên han roj biroj encamên baş jê derdikevin û cureya desthilatdarî jî li Îraqê de diguhere.
Em weke her dû mekteb siyasî hewl didin bo hevsengî di nava dezgehên curbicur de.
Rewşa Kurdistanê; rewşa Kurdistanê di vê pêvajoya nû de pêdeviya xwe bi amade kirina siyaseteke nû û guhertin û reformên nû û berfireye ku, di nava bernameya hevpeymaniya Kurdistanî û daxuyaniya dawî ya bernameya reforman ya her dû aliyan de hatiye belavkirin. Bidest xistina ev armancên han bêyî ti cudatiyeke siyasî erkê tevahiya aliyên siyasiye.
Em weke partiya demokrata Kurdistanê û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê careke din diyar dikin ku, em li ser parastina ezmûna demokrasî û destkeftên Gelê Kurd û pêşkeş kirina xizmetgozariyeke baştir bi welatiyan re bi îsrarin.
Peyvendiyên steratejîk, roj bi roj bûyerên Cîhan, Rojhilata Navîn û Îraqê ev yek îsbat dikin ku, hevpeymaniya steratejîk a di navbera partî û yekîtî de netenê girînge belkû faktereke gelek girînge ji bo parastina ezmûna demokratîk a Kurdistanê lewre em her dû partî tekez li ser bihêztir kirina ev hevpeymaniya han di her warê de dikin.
Di dawiya vê civîna han de biryar hate dayîn ku, çend komîteyên taybetî werin damezrandin weke;
- komîteyek bo amade kirina şîrove kirineke babetiyane li ser bûyerên Deverê û Kurdistanê
- komîteyek bo erkên hevbeş yên ragihandinî
- komîteyek bo şîret kirina hevalan di nava melbend û şaxên her dû partiyan de.
Ber bi pêşeve
Mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê
Mekteb siyasiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
