• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê kir

Gulan Media December 6, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê kir
duh dûşem 05/12/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya General Lloyd Austin Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê û şandekî li gel kir û di derbarê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û asta pêwendiyên di navbera her du aliyan de danustandina bîr û ramanan kirin û rênimayiyên geşepêdanê yên bi taybetî li qonaxên pêş da danustandin kirin.

Her li vê hevdîtinê de ku birêz Şêx Ce'fer Mistefa Wezîrê Pêşmerge û Kerîm Şingalî Wezîrê Navxo û Ferîqê Yekem Umer Osman û hejmarek ji berpirsên dinê leşkerî amade bûn, rûdawên vê dawiyê yên li Zaxo û hinek navçeyên parêzgeha Dihokê nirxandin û li vî warî de Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka ragihand ku ev rûdaw bûne cihê guman û nîgeraniya me ku çawa li Herêma Kurdistanê da ku herdem bi pêkve jiyana birayaneya hemû pêkhatan hatiye naskirin, Kar û kar û Barên Civakîê tundutîjiyê beramber bi Mesîhî û Êzdiyan dihêne encam dan û li heman demî de sersamîn bi helsukefta Serok Barzanî ku gelek bi xweragirî û hîkmetê ve Kar û kar û Barên Civakîî li gel van rûdawan da tevbigerê.

Serok Barzanî behsa serdana xwe ya Zaxo û Dihokê kir û ragihand ku hebûna cudahiya siyasî li cem min gelek siruştiye, lê belê ewê gelê Kurdistanê pê serbilinde ew pêkve jiyana Herêma Kurdistane ku pêwîste bête parastin. Ev rûdaw dijî sewabitên mene, li destûrê de azadiya hemû kes û pêkhatek hatiye dabînkirin û ji bo rêkxistina jiyana xelk jî Parlemen tenha dezgehe ku biKar û kar û Barên Civakîê yasa derbixe. Niha lîjneyekî lêkolînê hatiye danîn û em her hemû jî pabendî encama wê dibîn û rênimayiyan jî min daye bi her du Wezareta Navxo û Pêşmerge ku bi tundtirîn awayî rû bi rûyê wan kes û aliyan rawestin ku mebesta wan têkdane û têkdana aramiya civakî bê.

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka dûpata wê yekê kir ku Kar û kar û Barên Civakîê baş li Herêmê hatiye kirin û em bawerin li ser destê Serok Barzanî Herêm hengavên baştir jî dihênê û bi navê hemû efser û serbazên hêzên Emerîka li Iraqê jî spasî Serok Barzanî kir ji bo piştevanî û alîKar û kar û Barên Civakîiya birêz û ragihand ku em şanaziyê bi serkirdeyekî wekî Serok Barzanî dikîn ku bandoreke mezin hebû li ser şexsê min.

Serok Barzanî jî behsa rola Fermandeyê Hêzên Emerîka kir û ragihand ku wî jî rêzekî zêde ji bo General Lloyd Austin û Fermandayetiya wî heye û ronahî jî kir ku ewê Emerîka bi taybetî ji bo gelê Kurdistanê kiriye li rizgarkirina li rejîma dîktatorî cihê rêze û ev gel jî li wateya wefadariyê baş dizanê û hêviya serkeftinê jî li erkê wî yê paşarojê de xwest.

Li dawiya hevdîtinê de sebaret bi pêşketinên dawiya navçeyê û bandora wê ya li ser Herêma Kurdistan û Iraqê da danustandina bîr û ramanan kirin.
Top