• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê Hikumetê bi kesayetiyên ola Mesîhî re civiya

Gulan Media December 6, 2011 Nûçe
Serokê Hikumetê bi kesayetiyên ola Mesîhî re civiya
duh li Hewlêrê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih bi amadebûna cîgirê serokê hikûmeta Herêmê Azad Berwarî pêşwazî li hejmarek qeşe û metranên ola Mesîhî/Xiristyanî kir.

Di wê hevdîtinê de, serokê hikûmetê tekez li pekvejiyana Olî û pêkhatiyên Kurdistanê kir û daxuyakirin ku nabe bûyrên li Zaxoyê rûdane, careke din dûbere bibin.

Dr. Berhem rola kesayetiyên olî û ayînî di Kurdistanê de, bi rolekî dîrokî nirxand û dazanîn ku pewîst e, kesên ku dixwazin rewşa Herêmê ber bi metirsiyê bibin rê ji wan re bê girtin.

Serokê şandeya Mesîhiyan ragehand em şanaziyê bi Herêma Kurdistanê dikin ku jiyanekî pir bi asayîş û aramî ji bo mesîhiyan ava kiriye.
Top