Arinç îdîa kir wan berpirsekî bilind yê PKK girtine
Arinç di mêhvandariya televîzyoneke herêmî de li bajarê Bursayê, îdîakir wan li bajarê Stembolê berpirsekî bilind yê PKK'ê girtiye. Her wiha behsa operasyonên li Amonosê hatî li dar xistin kir û got ku Amanos ji PKK'ê hatiye pak kirin. Arinç da diyar kirin ku Serokwezîr Erdogan ferman dabû ku Amonos were pak kirin û wan jî Amonos paqij kir. Lê, Arinç der barê çawaniya pêk înana operasyonê de û di operasyonê de çi çek hatine bi kar înan pêzanîn nedan. Dîsa Arinç bal kişand ser operasyonan û got ku, li her derê operasyon hene, berdewam dikin, em tekoşîneke ji hemû aliyan ve li dijî "terorê" birêve dibin. Hêjayî gotinê ye, berî çend rojan çapemeniya Tirkiyê ragihandibû ku li Amonosê li dijî PKK'ê operasyoneke berfireh dest pê kiriye. Lê ji aliyekî din ve, der barê girtina berpirsekî PKK'ê de û operasyonên li Amonosê heta niha ji aliyê PKK'ê ve tu daxuyanî nehatine kirin.
Avestakurd
