• Thursday, 05 February 2026
logo

Emerîka şewitandina dikanên meyfiroşî û navenda masajê şermezar kir

Gulan Media December 5, 2011 Nûçe
Emerîka şewitandina dikanên meyfiroşî û navenda masajê şermezar kir
Konsolosê Giştî yê Emerîka li Herêma Kurdistanê Alex Luskaris bi navê Hikûmeta Emerîka daxuyaniyek da çapemeniyê.

Alex Luskaris ku daxuyaniya xwe bi zimanê Kurdî kir, bûyera şewitandina dikanên meyfiroşî û navenda masajê li bajarê Zaxo û deverên din şermezar kir. Got ku, Hikûmeta Emerîka hemû tundiya li dijî kêmneteweyên li Duhokê û Zaxo şermezar dike. Her wiha da diyar kirin, kiryara hatî kirin sûceke li dijî bihevrejiyana netewe û olan û divê xelkê Kurdistanê ligel kêmnetew û olan bi hev re jiyan bike. Her wiha hêvî xwest aramî vegere deverê û ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir bûyer were lêkolîn kirin.

Avestakurd
Top