Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Welîd Canpolat Serokê Partiya Pêşketinxawaza Susyalist ya Lubnanî kir
di hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreterê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Mesrûr Barzanî Serokê Ajansa Parastina Asayîşa Herêma Kurdistanê amadebûn, pêwendiya du qoliya di navbera her du aliyan hate behskirin û tekez jî li ser pêşxistina wan pêwendiyan kirin.
Her wiha li vê hevdîtinê de, Serok Barzanî li ser wan azar û meynetî û karesatan rawestiya ku bi dirêjahiya dehan salan û li serdemên rejîmên berê de li ser gelê Kurdistanê hatine. Sebaret bi îroya Herêma Kurdistanê jî, Serok Barzanî aramiya siyasî û îdarî û geşbûna aborî û avadaniya Herêma Kurdistanê ronahî kir.
Ji aliyê xwe ve jî Welîd Canpolat ji bilî derbirîna palpiştî û piştevaniya xwe ya Herêma Kurdistanê û mayîn û berdewambûna gelê Kurdistanê de got: Ez şerefmendim ku niha li Herêma Kurdistanê me û li gel gelê Kurdistanê me ku piştî salan gelek dirêjê têkoşînê, mafên xwe bi dest aniye.
Her wiha nirxandina rewşa welatên dewrûber û ew guhertinên ku li vê dawiyê li hinek welatan hatine holê, beşekî dinê mijara vê hevdîtinê bûn.
