Serokê Herêma Kurdistanê di gel aliyê siyasiyên Kurdistanê civiya
di civînê de Serok Barzanî vê hevdîtinê bi derfetek da zanîn da ku aliyê siyasiyan li ser rûdawên vê dawiyê ya li Zaxo û çend ciheke dinê parêzgeha Dihokê danustandina bîr û ramanan bikin.
Li vî derbarî de Serok Barzanî bi eşkere bi hemû aliyan ragihand: Em hemû birayê hevdûne û pêwîste hevdû qebul bikîn. Dibe ku cudahiyên siyasî li navbera me da hebê, lê belê tu demek cudahiya me ya olî nebuye û nabê hebê jî. Serok Barzanî got: Kurdistan her ji berê de malbenda pêkve jiyanê hatiye nasîn. Raste guhertin li hinek li welatan rû daye, lê belê ne desthilata Kurdistanê wekî desthilata wan welatane û ne gelê Kurdistanê jî wekî gelên dine. Em heta niha qewareyekî federalîne û em ne xwedî qewareyekî serbixwe ne. Her ji bo wê yekê metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê gelekin û divê wan metirsiyan berbiçav bigrîn.
Bi hemû aliyek jî radigihînim ku eger te'edayî li Mesîhî û Êzîdiyan bê kirin yekem kes ez dibim ku wan biparêzim. Min gelek pê nexweş bû ku ev hemû cih hatin şewitandin û ji wê jî zêdetir min gelek pê nexweş bû ku çend baregehek hatin şewitandin.
Ewê li Zaxo rû da ne tiştekî kêm bû, ez nizanim çawa kesek heq bi xwe dide xelkê han bide wan karên ne şaristaniyê bikin û xwe jî bike bi biryarder û bi keyfa xwe biryara êrîşkirina li ser van cih û wan cihan de bide.
Ez ku bi sedî heftihê (%70) hilbijartiyê xelkê Kurdistanê me wê heqê bi xwe nadim. Parlemen tenê dezgeheke ku yasa derbixe û her yasayek jî derbixe, divê bi me hemûyan ve pabendî wê bîn. Li gel pêkanîna lîjneyekî lêkolînê ve, min rênimayiyên tund daye bi Wezareta Navxo û Wezareta Pêşmerge ku tundtirîn rênimayiyan bigrin ber ji bo rê girtina li her fewza û pişêwiyek ku bibê sedema têkdana pêkve jiyan û tebahiya civaka Kurdistanê.
Hêvîdarim ewê li Zaxo rûda dûbare nebê. Dûbare jî dikim ku êrîş kirina li ser birayên Mesîhî û Êzîdiyan neku her hêla sore, belku li ser hêla sore jî. Li dawiya civînê de nûnerên aliyê siyasiyan dîtin û nêrînên xwe yên sebaret bi rûdawên roja înê xiste rû û hemû jî li ser ewe kok bûn ku ewê li Zaxo û hinek cihên din rûda, tiştekî nexweş û rûdawekî tehl bû ku pêwîste hemû aliyek îbretê jê werbigre.
