Polîtborûya PDK’ê: Divê Yekgirtû daxwaza lêborînê ji me bike
Di daxuyaniya Polîtborûya PDK’ê de tê gotin ku piştî bûyerên duh ên li Zaxo, Sêmêl û derdora wê, derket holê ku bername ji vî karî re hatiye dariştin. Êrişên wan jî diyar bûn û armanca wan taybet cihên berjwendî, serwet, mal û milkê welatiyên Xiristiyan û Êzidî bûn.
Daxuyaniya Polîtborûya PDK’ê wiha dom dike; ev alozî di warê siyasî û civakî de êrişa li dijî bingehên bi hev re jiyankirina aştiyane, welatîbûna hemû netewe, ol û oldarên li Kurdistanê ye. Armca êrişan jî pêngava proseya pêşveçûna civakî têk bibin, avakirin û pêşveçûna herêma me şikestinê bi xwe re bîne, hewldanên ciddî yên ji bo reforman rawestînin û ne hêlin bigihin armancên xwe ne. Lewra em vê yekê dûbare dikin ku ev karê xirabkirinê di sînorê xwe de bimîne, bi hevkariya navbera hemû partiyên siyasî, sazî û rêxistinên Herêma Kurdistanê lezûbez wan pirsgirêkan çareser bikin.
Polîtborûya PDK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de dibêje: “Ji bilî dûbarenebûna vê yekê li ti cihekî din, mal, jiyan û serwetê welatiyên Xiristiyan û Êzidî biparêzin, kesên vî karî pal didin û encam didin bên girtin û bibin pêşiya dadgehê.”
Polîtborûya PDK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Em şêweyê reaksyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê red dikin û gûnehbarkirina partiya me ya ji aliyê wan ve nayê pejirandin. Em berpirsyartiya wê yekê dixin stû ku daxwaza lêborînê ji partiya me bikin û her çi zû be pêngava di dezgehên ragihandinê de li dijî me dayî dest pê kirin bê rawestandin. Herwiha em piştgiriya karên lijneya ku Serokê Herêma Kurdistanê ji bo lêkolînkirina bûyeran biryar li ser dayî dikin.”
