• Wednesday, 04 February 2026
logo

Mesûd Barzanî : Ez tekezê li ser wê yekê dikim ku ezê bi hemû karîna xwe parastina bi hev re jiyankirin û mafê hemû pêkhateyên gelên Kurdistanê bikim

Gulan Media December 3, 2011 Nûçe
Mesûd Barzanî : Ez tekezê li ser wê yekê dikim ku ezê bi hemû karîna xwe parastina bi hev re jiyankirin û mafê hemû pêkhateyên gelên Kurdistanê bikim
serokê herma kurdistanê Mesûd Barzanî jibo buyerên li Zaxoyê çêbune daxûyanî da û ragihand ew van bûyerên dij-mirovan û neyasayî şermezar dike.

serokê herma kurdistanê daxwaz ji gelê Kurdistanê kir ku bi hev re jiyankirina neteweyî, ayînî û mezhebî bikin armanca xwe ya serekî û rêzdariyê bidin bi hev re jiyankirina ku bi salane bûye beşek ku îro gelê Kurdistanê bûye cihê rêzdariya hemû welatekî cîhanê.

Serokê Herêma Kurdistanê bal dikişîne ser wê yekê ku ji bo pêşîgirtin û dûbarenebûna her bûyerek ne yasayî, biryar daye ku lijneyek taybet ji bo lêkolînkirin û bikaranîn rê û rêbazên yasayî li hemberî kesên ku ew tawan kirîn û bi awayek herî dijwar bên cezakirin, pêkbîne.

Barzanî dibêje: “Parastina bi hev re jiyankirina birayane ya navbera pêkhateyên Kurdistanê ne tenê erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, belkî erkê li ser milê hemû gelê Kurdistanê ye. Pêwîste biparêzin, bi ti awayî rê nedin ti kes û aliyekê vê bi hev re jiyankirinê têk bibin. Herwiha bi her bihaneyek cûda jî be rewşa aram û serweriya li Herêma Kurdistanê binpêbikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de dibêje: “Ez tekezê li ser wê yekê dikim ku ezê bi hemû karîna xwe parastina azadî, bi hev re jiyankirin û mafê hemû pêkhateyên gelên Kurdistanê bikim.”
Top