Serokê Herêma Kurdistanê ji bo lêkolîna rûdawên bajarê Zaxo lîjneyekî pêkanî
Me biryar da ji bo lêkolîna rûdawên bajarê Zaxo û navçeyên dinê parêzgeha Dihokê, ji wan birêzên li xwarê ve lîjneyekî pêkbînin:
1- Azad Mela Efendî: Serokê Lîjne.
2- Endamekî Parlemena Kurdistanê.
3- Endamekî Mekteba Tenfîzî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê.
4- Nûnerekî ji birayên Mesîhiyan.
5- Nûnerekî ji birayên Êzdiyan.
Pêwîste hemû dam û dezgehên Herêma Kurdistanê hevkarî vê lîjneyê bibin.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03/12/2011
