Hind têkderên ku xwe bi oldarî dizanin rewşa Zaxo û Sêmêlê têkdan
Piştî nimêja înê li navçeya Zaxo ya girêdayî Dihokê êrîşî karker û warên fiqûşê û meşrûpfiroşan kirin. Walatiyan di êrîşê de 2 maşîne, 20 dikanên meyê û 4 şewitandin.
Di bûyerê 35 welatî ku piraniya wan polîsin birîndar bûn. Ji ber ku alozî zêde bûn, rayedarên fermî alîkarî ji bajar û navçeyên derdorê xwestin. Di bûyerê de Otela Sîyahî, Otela Findiq, Otela Sîpan, Bîraxanêya Qûmme jî têde 4 otel hatin şewitandin.
Şahidhalan da zanîn ku: “Gelek polîs ji ber ku rastî êrişa ber beran a welatiyan hatine, birîndar bûne. Herwiha ji bo girseya gel belav bibe, polîs û hêzên ewlekariyê gûlleyan berdidin hewayê. Herwiha her ku diçe hêjmara girseyê zêdetir dibe û alozî hê berdewam dikin.”
Hate zanîn ku hêzên Asayîşa ji ber alozî nexist bin kontorlê alozî mezin bû û alîkarî ji bajar û navçeyên derdorê xwest.
pişt re ev rewşa han geha bajarê Sêmêlê jî û têkderên ku xwe bi oldar dizanin hêrişî meyxaneyan kirin û şewitandin.
Herweha hind têkderan hêrişî gundê Sêcê yê Kiristiyanan kirin û dukanên wan jî şewitandin.
