• Wednesday, 04 February 2026
logo

Wezareta Geştûgozar Ya Îraqê Bo Bi Dest Xistina Naznavê Paytexta Torîstîk Hewlêr Destnîşan Kiriye

Gulan Media December 2, 2011 Nûçe
Wezareta Geştûgozar Ya Îraqê Bo Bi Dest Xistina Naznavê Paytexta Torîstîk Hewlêr Destnîşan Kiriye
Wezareta geştûgozar ya Hikûmeta Îraqê ragihand ku, Paytexta Kurdistanê Hewlêr weke Paytexta torîstîk a welatên Erebî di sala 2014 û 2015an de destnîşan kiriye.

Di vê derbarê de Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku, nameya Wezareta geştûgozar ya Hikûmeta Îraqê gehêştiye destê me û me jî ev nameya han pejrandiye û niha me dest bi amadekariyên pêwîst kiriye.

Çavkanî diyar kir ku, em hewl didin daku, di nava vê pêşbirka han de bi ser bikevin û naznava han bi dest bixin. Hevdem çend welatên din yên Erebî çend Bajarên xwe bo vê mebestê destnîşan kirine û hewl didin daku, naznava han bi dest bixin û bi vê rengî dahata welatê xwe a di warê torîstîkî de zêde bikin
Top