Îro Joe Biden cîgirê Obama tê herêma Kurdistanê
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hûsên ji Ajansa Kurdistan re ragihand ku di bernameya Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden de heye ku piştî serdana xwe ya bo Bexda, serdana Herêma Kurdistanê bike. Biden wê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bicive, derbarê peywendiyên girêdayî İraq, Amerîka û Herêma Kurdistanê de nîqaş bikin.”
Sêşema borî (29.11.11) Joe Biden cara 8. serdana İraqê kir û li Bexda li ser pirsa vekêşana hêzên Amerîka ya ji İraqê ligel rayedarên İraqê guftûgo kirin.
Biryare Biden piştî serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê bike. Li Tirkiyê ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan û hinek rayedarên din ên Tirkiyê bicive. Di hevdîtina ligel Erdogan de jî wê pirsa PKK, vekêşana Amerîka ya ji İraqê û bûyerên li Sûriyê biaxivin.
