• Friday, 06 February 2026
logo

Îngîltere bersiv da Îranê: Balyozxaneya xwe vale bike!..

Gulan Media December 1, 2011 Nûçe
Îngîltere bersiv da Îranê: Balyozxaneya xwe vale bike!..
Li dijî êrîşa wê roja ha a li ser Balyozxaneya Îngîltere li Tahranê, Îngîltere ji Îranê xwest di nava 48 demjmêran de Balyozxaneya xwe ya li Îngîltere vale bike.

Êrîşa li dijî Balyozxaneya Îngîltere ya li Tahranê, derbek li têkliyên her du welatan da. Tê îdîakirin yên êrîşî Balyozxaneya Îngîltere kirîn, artêşa bi navê Besîç e ya ku ji dilxwazan pêk tê.

Êrîş bi mebetsa şermezarkirina biryarên Îngîltere di warê aborî de bû ku li dijî Îranê standibûn. Lê, Wezîrê Karê Derve der barê bûyerê de lêborîn ji Îngîltere xwestibû û berpirsê ewlekariya Tahranê Ahmed Riza daxuyanî da çapemeniya Îranê û got "Me kesên derbazî Balyozxaneyê bûyîn tesbît kirin, em ê hemûyan bigirin." Lê, Serokwezîrê Îngîltere David Cameron got ku, ew ê li dijî Îranê pêşgiriyên cidî bigirin.

Piştî vê daxuyaniyê, Wezîrê Karê Derve yê Îngîltere William Hague ji dîplomatên Îranê xwest ku Balyozxaneyê vale bikin û di nava 48 demjmêran de welatê Îngîltere terk bikin.

Avestakurd
Top