Îngîltere bersiv da Îranê: Balyozxaneya xwe vale bike!..
Êrîşa li dijî Balyozxaneya Îngîltere ya li Tahranê, derbek li têkliyên her du welatan da. Tê îdîakirin yên êrîşî Balyozxaneya Îngîltere kirîn, artêşa bi navê Besîç e ya ku ji dilxwazan pêk tê.
Êrîş bi mebetsa şermezarkirina biryarên Îngîltere di warê aborî de bû ku li dijî Îranê standibûn. Lê, Wezîrê Karê Derve der barê bûyerê de lêborîn ji Îngîltere xwestibû û berpirsê ewlekariya Tahranê Ahmed Riza daxuyanî da çapemeniya Îranê û got "Me kesên derbazî Balyozxaneyê bûyîn tesbît kirin, em ê hemûyan bigirin." Lê, Serokwezîrê Îngîltere David Cameron got ku, ew ê li dijî Îranê pêşgiriyên cidî bigirin.
Piştî vê daxuyaniyê, Wezîrê Karê Derve yê Îngîltere William Hague ji dîplomatên Îranê xwest ku Balyozxaneyê vale bikin û di nava 48 demjmêran de welatê Îngîltere terk bikin.
Avestakurd
