• Wednesday, 04 February 2026
logo

Xwepêşandanên Sûriyê yên duh bi kurdî û erebî ne

Gulan Media December 1, 2011 Nûçe
Xwepêşandanên Sûriyê yên duh bi kurdî û erebî ne
Duh li seranserê Sûriyê û di bin druşema “Sûriya yekbûyî welatê me ye” ku bi her du zimanên kurdî û erebî hatiye nivîsandin, xwepêşandan derketin.

Çarşema îro ku bi navê “Sûriya yekbûyî welatê me ye” bi her du zimanên kurdî û erebî li ser rûpelên şoreşa Sûriyê li ser malpera Facebookê hatine nivîsandin.

Li gorî rûpela “Yekîtiya Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê”, binavkirina çarşema îro, di encama têkilî û danûstanên navbera rêxsitinên xortan ên Sûriyê yên kurd û ereban hat.

Çavkaniyê amaje kir ku ji wan rêxsitinên ku rêkeftin navbera wan pêk hat, yekîtiya wan û Tevgera Ciwanên Kurd bû.

Di rûpelên wek “Şoreşa Sûriyê Dijî Beşar Esed” û “Tora Şam” de ku du rûpelên sereke yên xwepêşandanên Sûriyê ne, druşema bi kurdî û erebî hatiye belavkirin.

Di heftiyên destpêkê yên xwepêşandanên Sûriyê de, navê yek ji înan “Azadî” bû, her wiha bi destpêşeriya Tevgera Ciwanên Kurd, navê çarşemekê jî li seranserê Sûriyê “Çarşema Biratiya Niştîmanî” bû.

Xwepêşandanên dijî rejîma Beşar Esed ji adara borî ve didomin û li gorî çalakvanan bêtirî 4750 kesî hatine kuştin.

AKnews
Top