Barzanî: Em bo agirbestê zextê li PKKê dikin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh di hevpeyvînekê de digel ajansa Reutersê, diyar kir, êrişên PKKê lîstina bi paşeroja gelê kurd e, ji ber ku niha dema êrişê nîne û pêwîstî bi xebateke demokratîk û aştiyane heye bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê.
Barzanî, wiha axivî, “Heke rewş aloztir bibe, dibe ku em hêzên pêşmerge bişînin ser sînorê Herêma Kurdistan û Îranê.”
Serok Barzanî, li bara rewşa Kerkûkê piştî vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê de got, vekişîna hêzên Amerîka ji Iraqê li ser rewşa Kerkûkê tu kartêkirinê nake û hikûmeta Bexdayê li ser paşxistina diyarkirina çarenûsa Kerkûkê û wiha got, “Ev paşxistin, dê bibe sedema encamên xeter.”
Mesûd Barzanî, wiha pêde çû, “Piştî vekişîna hêzên Amerîkî, em amade ne bo baştirkirina rewşa ewlehiyê ya welêt, digel hikûmeta Bexdayê kar bikin. Vekişîna hêzên amerîkî tu kartêkirinekê li ser rewşa Herêma Kurdistanê nake. Ji ber ku niha bêyî ku hêzên amerîkî li herêm hebin, rewş tenahî ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê, da zanîn, ew li ser lidarxistina rapirsiyê bo diyarbûna rewşa Kerkûkê û got, “Kerkûk beşek ji Herêma Kurdistanê ye.”
AKnews
