Dr. Berhem Salih digel şandeke rojnamevanên bakur civî ya
Serokê hikumetê piştevanî xwe jibo avakirina mîdya yek pêşketî li kurdistanê dîyar kir ku bikaribin mifa ji serbora welatên herêmê wergirin û gihandina peyama rastî û biratî û hoşyar kirin civakî bi tev pêzanîna pêş kêş bikin.
Dr. Berhem Salih tekez kir pêwîste mîdya kurdî aştî xwaz be û rêz ji mafên mirova bigire û xwe durbike ji tunkaryê û peyama kurda jibo aştî yê bigehîne û bibe sedema aramî û tenahyê li navçeyê.
Herweha xûyakir ku berî niha hinek alî ya serbora herêma kurdistanê bi gef û metirsî dizanî ,lê di ketwarê heyî de, ew yek beruvajî ye û niha welatên heremê û cîhan bigişt herêma kurdistanê weke sedema aramî ya Îraqê temaşe dikin û got: tû arîşe bi hêz û çek çareser na be û dive di qûnaxa îro de zimanê danûstana rêçka serekî be jiboy hemu pirisgirêkên kurda.
Her di dirêjahî ya gotinên xwe de serokê hikumetê amadebuy raspardekirin ku kar bikin jibo pêkanîna navendeke mîdya kurdistanê ku tev rojnamevanên kurdistanê û derve li hev cem bike û ragihand: hikumeta herêmê wê piştevanî ya wê navendê bike.Dr. Berhem soz bi rojnamevanê bakur da ku berhemên wa ji pertuk û çapemenî ya bi rê ya wezareta çandê ya hikumeta herêmê jiboy çap bike.
Li dawî yê jî rojnamevanên bakur pirisyar sebaret rewşa Îraqê û herêma kurdistanê û peywendî yên navbera kurdistanê û cîhanê arastey serokê hikumetê kirin û wî jî bersiv dan.
