• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir

Gulan Media November 30, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir
Duh sêşem 29/11/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Martin Kobler Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de, komek pirsên girîng hatin gûftugokirin ku pêwîst bûn bi pirsa vekişana hêzên Emerîka li Iraq û bandora wê vekişanê û her wiha karê paşaroja Neteweyên Yekgirtî ya sebaret bi pêvajoya bi cîhkirina maddeya 140 û li vî warî de Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî encama hevdîtinên li gel hemû aliyên parêzgeha Kerkûkê xiste rû û ragihand ku Nûnerayetiya Neteweyên Yekgirtî li Iraqê li wan hevdîtinên xwe de berdewam dibê bo ku çareseriyeke guncaw ji bo bi cîhkirina wê maddeyê peyda bike.

Serok Barzanî jî hêvî xwest ku ew hevdîtin sûd û encama xwe hebê û tekez jî li wê yekê kir ku baştirîn çareserî bi cîhkirina tevahiya maddeya (140)a destûra Iraqe û li vî warî de li benda hengavên kiryariyên Nûnerayetiya Neteweyên Yekgirtîne. Em xweşhalîn bi wê rola ku dibînin û ji bo her alîkariyek amadene, lê belê bi merca wê yekê ku ew hengav encameke xwe hebê.

Her wiha li vê hevdîtinê de pêşketinên dawî ya navçeyê, bi taybetî welatê Suriye hate nirxandin û li vî warî de Serok Barzanî û Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dîtin û nêrînên xwe yên sebaret bi wê meseleyê danustandin kirin.
Top