• Wednesday, 04 February 2026
logo

Bi amadebûna Serok Barzanî bi fermî Konsolgeriya Filistînê li Herêma Kurdistanê hate vekirin

Gulan Media November 30, 2011 Nûçe
Bi amadebûna Serok Barzanî bi fermî Konsolgeriya Filistînê li Herêma Kurdistanê hate vekirin
Bi amadebûna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li rêwresmek da Konsolgeriya Desthilata Filistînê li Herêma Kurdistanê hate vekirin.

Li rêwresma ku li taxa Bextiyarî ya li bajarê Hewlêrê birêveçû, Kemal Kerkûkî Serokê Parlemen û Berhem Ehmed Saleh Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hejmarek ji Wezîrên Hikûmeta Herêmê û Konsol û Nûnerên welatên dinê li Herêma Kurdistanê amadebûn.

Li destpêka rêwresmê da, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gotarek da ragihand "Îro rojekî dîrokiye li navbera her du gelên bira û zulmlêkiriyê Kurd û Filistîn, xweşhal bûm ku li vê helkefta pîroz da ya ji bo vekirina Konsolgeriya welatê Filistîn li paytexta Kurdistanê de beşdarim".

Serok Barzanî serdana Serokê Filistînê bi bîra amadevanan anî û got "Gelê Kurd serdana dîrokiya Mehmûd Ebas Serokê Filistînê bi bîr dihêne ku wekî yekem Serokê Welatekî Erebî serdana Herêma Kurdistanê kiribû. Bi vê serdanê ber bestekî zêde şikand û îro jî vê Konsolgeriyê vedikîn. Wekî berdewamiyek li berdewambûna pêwendiya dîrokiya di navbera me de".

Her wiha got "Dixwazim bi Nezmî Xuzurî re bibêjim hun li nav gelê xwe ne û birêz û teqdîrê ve rêz li we dihête girtin û ji bo vexwendina mina li vê rêwresma vekirina vê Konsolgeriyê spasiya we dikim".

Paşê Nezmî Xuzurî Konsolê Giştî yê Filistîn li gotarek da ragihand "Bi navê Serok û Hikûmet û Serkirdayetiya Filistînê spasguzariya xwe pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê dikîn ku beşdarî li vê rêwresmê û bilindkirina alaya Filistînê de kiriye. Hun li serdema Selahedînê Eyubî û xebata rewaya gelê Filistînê de li gel mene".

Xuzurî ku heman demî de Balyozê Filistinê li Iraqe jî got: "Pêwendiya dîrokiya li navbera gelê Kurd û Filistînê de me bi pêkve dibestê. Em hewl didîn pêwendiyên di navbera her du gelê Filistîn û Kurd bihêztir bikîn.

Her wiha got:"Vekirina vê Konsolgeriyê balkişandina wê yekê ye ku em herdem li hewla bihêzkirin û pêşxistina pêwendiyên di navbera me dayîn".

Bi vekirina Konsolgeriya Filistînê heta niha 24 welatên cîhanê Konsolgerî û nivîsîngeha xwe li Herêma Kurdistanê de vekiriye.
Top