• Thursday, 05 February 2026
logo

Demirtaş: Piştî Erdogan niha jî dora parlamentoyê ye

Gulan Media November 29, 2011 Nûçe
Demirtaş: Piştî Erdogan niha jî dora parlamentoyê ye
Li Tirkiyê serokê giştî yê partiya aştî û demokrasiyê (BDP) Selahattin Demirtaş, diyar kir, lêborîna serokwezîr Erdogan bo komkujiya Dêrsimê erênî ye lê têrê nake. Demirtaş, xwest, hemû arşîv bên vekirin û Tirkiye bi dîroka xwe re rû bi rû be.

Demirtaş, di civîna koma parlamentoyê ya partiya xwe de, axivî û diyar kir, lêborîna serokwezîr Erdogan bo komkujiya Dêrsimê girîng e got, divê gotûbêjên li ser komkujiya Dêrsimê tên kirin, di çarçoveya “derxistina rasiyan û rûbirûbûna digel raboriya xwe” de bên kirin.

Selahattin Demirtaş, got, dîroka fermî rastiyan vekişêre û yên dîroka fermî dixwînin jî nizanin ka li Dêrsimê çi bûye û da zanîn, di dîroka fermî de, peyva kurd tenê di “cemiyetên kurd ên bizirar” de hatiye ziman.

Serokê BDPê, daxuyand, lêborîna serokwezîr bo Dêrsimê girîng e lê têrê nake û wiha axivî:

“Piştî ku serokwezîr lêborîn xwest, niha jî dora parlamentoyê ku erkên xwe pêk bîne. Bila hemû arşîvên dewletê bên vekirin. Ji xwe xelkê Dêrsimê û kurd dizanin çi bûye, arîşvan vekikin bila yên din jî bizanin.”

Demirtaş, li hember operasyonên KCKê jî nerazîbûn nîşan da û wiha got, “Yan dê me jî bigirin yan jî dê hevalên me berdin. Ji ber ku ew heval hemû bêsûc in. operasyonên KCKê, di 30 salên borî de, karê herî ehmeqane ye.”

Aknews
Top