• Wednesday, 04 February 2026
logo

Dr.Berhem Salih digel serokatî ya civata Niştîmanî ya kurd li Suryê civî ya

Gulan Media November 29, 2011 Nûçe
Dr.Berhem Salih digel serokatî ya civata Niştîmanî ya kurd li Suryê civî ya
Duh li Hewlêrê Dr.Berhem Salih serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê bi endamên serkirdayetiya lijneya niştîmanî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê re, li hev civiya ji bo nirxandina doxa Kurdan li wê deverê û pêşxistina maf û daxwezên Kurdan weke pêkhateyeke girîng yê di nav Sûriyê de.

Di wê hevdîtinê de, endamên serkirdayetiyên lijneya niştimanî yên Kurdî li Sûriyê ku ji nûnerên 11 aliyên siyasî û 11 nûnerên dî yên serbixwe pêk hatibû, li ser barûdoxa siyasî û peywendiyên di navbera aliyên opozisyon û egerên li ber mafên Kurdên rojavayê Kurdistanê li Sûriyê gotûbêjkirin.

Hêjayî gotinê ye ku di wê hevdîtinê de, amaje bi kongireya Qamişloyê hat kirin ku lijne di encama wê de û bi mebesta nûneratiya doza Kurdî li Sûriyê li helûmerceke taze de û di sîbera guhartinên ku tên çaverêkirin, hatiye avakirin.

Dîtina riyeke hevbeş ji bo çareseriya demokratîk ji Sûriyê re ku mafê her aliyekê tê de tê desteberkirin, mijara dî ya wê hevdîtinê bû.

Serokê hikûmeta Herêmê tevî derbirîna kêfxweşiya xwe ji pêkhatina lijneyeke yekgirtî ku îradeya Kurdan di wê doxê de, dide ber çavan, dupat kir ku Herêma Kurdistanê rêz li xwesta xeklê rojavayê Kurdistanê û xeklê Sûriyê digre û palpiştî li mafên rewa yên Kurdan li wî welatî û her wiha daxwezên wan yên demokratîk û medenî yên hemû pêkhateyan dike û bi tundî her cure tundutîjiyê li ser wealtiyên xwepêşander, îdane dike.

Dr.Berhem tekez kir ku li rojavayê Kurdistanê jî pêwîst e ku gotara Kurdan di wê helûmerca ku pir di guhartinê de ye, gotareke aştiyane û bi hev re jiyankirinê be, li ser çêkirina demkorasiyê û çespandina mafên mirovan.

Wî da zanîn ku lijneya niştimanî ya Kurdê rojava dibê handerê alîkariyên hêz û aliyên siyasî yên demokratîkxwez be.
Top