Bi Biryara Serokê herêmê û Fermana Dadgehê wê 2635 Kes Werin Girtin
Piştî vê biryara han Wezareta Pêşmerge, Asayîş û Wezareta navxwe ya Hikûmeta Kurdistanê dest bi hewldanên hevbeş bo girtin û radest kirina wan Tawanbaran kirin.
Di vê derbarê de biryar hate dayîn daku, çendîn komîteyên taybetî werin damezrandin.
Çavkanî her weha eşkere kir ku, ev kesên ku, biryara girtina wan hatiye dayîn, ev kesin ku, ji aliyê Dadgehên Kurdistanê ve hatine xwestin lê serî li Dadgehê nedane.
Yawer her weha eşkere kir ku, ev kesên ku, daxwazkiriyan veşêrin û radestê Dadgehê nekin dibin hevparê Tawana wan û vê bi darê zorê Tawanbaran ji wan bistînin.
Çavkaniya han di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, li Parêzgeha Hewlêrê 725 kes, li Silimaniyeyê 989, li Dihukê 428, li Devera Germiyanê 351 û li Devera Soranê jî 160 kes bi tawanên curbicur ji aliyê Dadgehên Kurdistanê ve hatine xwestin lê heta niha serî li Dadgehên Kurdistanê nedane.
