• Tuesday, 03 February 2026
logo

HPG’ê li Amedê 6 polîs kuştine

Gulan Media November 28, 2011 Nûçe
HPG’ê li Amedê 6 polîs kuştine
Hêzên Parastina Gel (HPG) a ser bi PKK ragihand ku di du rojên derbasbûyî de li Amedê 6 polîsên tirk ji aliyê wan ve hatine kuştin.

Li gorî Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê Gerîllayên wan li navçeya Sûr a Amedê 4 polîsên Tirk kuştine. Herwiha roja 22.11.2011’an di çalakiyek din a li Şehîdlig a Amedê 2 polîsên din hatine kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de tê gotin ku artêşa Tirkiyê 25.11.2011’an di du demên cûda de bi hewan û obusan Herêmên Parastina Medya bombebaran kirine. Bombebaranê jî gundên herêma Zagros û Zapê girtine nava xwe.”

Avestakurd
Top