• Tuesday, 03 February 2026
logo

Li Bexda teqîn: 15 mirî û 20 birîndar

Gulan Media November 28, 2011 Nûçe
Li Bexda teqîn: 15 mirî û 20 birîndar
Ji ber teqînek ku îro danê sibehê li bakûrê Bexda çêbûyî, 15 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Îro li Bexda di encama teqîna otomobîlek bombe barkirî ya li nêzî girtîgeha Tacî ku dikeve bakûrê bajêr hinek parêzvanên girtîgehê û hevwelatiyên sivîl jî bûn qûrbanî. Di encamê de jî 15 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Piştî teqînê, tîmên lihewarçûnê birîndar gihandin nexweşxaneyê û kuştî veguhestin pijîjkê dadwer. Niha hêzên ewlekariyê derdora navçeya ku teqîn lê çêbûyî dorpêçkirine.

Rudaw
Top