• Thursday, 05 February 2026
logo

Saziya CPT li Hewlêrê li dijî topbaranê xwepêşandan kir

Gulan Media November 28, 2011 Nûçe
Saziya CPT li Hewlêrê li dijî topbaranê xwepêşandan kir
Karmend û berpirsên saziya nehîştina êşkence ya navdewletî (CPT), bo nîşandana nerazîbûna li hember topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve, li ber parlamentoya Kurdistanê xwepêşandanek saz kirin.

Karmendên saziya mafên mirov û nehîştina êşkence ya navdewletî ya CPTê, li ber parlamentoya Kurdistanê xwepêşandanek li dijî topbarana deverên sînorî yên Kurdistanê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve li dar xistin.

Xwepêşanderan, bi sloganên “hewla bidawîkirina êrişan bidin, êrişên Tirkiyê welatiyên sivîl şehîd dike, topbarana Îranê jiyana gundiyan têk daye”, nerazîbûna xwe li dijî topbarana deverên sînorî anîn ziman.

Xwepêşanderê bi navê Lukas Frla, ji AKnewsê re got, li gorî me topbarana deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, ku li dijî welatiyên herêmê pêk tê, binpêkirina mafên mirov e.

Frla, diyar kir, em wek saziyeke navdewletî bang li Îran û Tirkiyê dikin, demildest topbarana deverên sînorî bidin sekinandin, ji ber ku tenê mirovên sivîl zirarê dibînin û wiha pêde çû, di nav xwepêşanderan de, karmendên CPTê yên Kanada, Brîtanya, Çêk, Çîn û Amerîka hene.

Wek tê zanîn, demek dirêj e, artêşên Îran û Tirkiyê bi hêceta hebûna hêzên PKK û PJAKê, deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê didin ber topan ku heta niha bûye sedema şehîdbûna gelek welatiyên sivîl û awarebûna bi hezaran welatiyên din.

AKnews
Top