Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê seredana herêma Kurdistanê dike
Wê şanda Encûmana Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê di seredana xwe de li gel serok Mesûd Barzanî hevdîtineke taybetî pêkwîne, wê di hevdîtinê de rewşa gelê kurd li Sûriyê bi taybetî û ya welatê Sûriyê bi gelemperî geftûgo bibe.
Herweha wê şand li gel serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih û serokê perlemana Kurdistanê jî hevdîtinan pêkwîne û wê seredana bajarê Helebçe bike.
Avestakurd
