Welatên Ereb peywendiyên bazirganî ligel Sûriyê radiwestîne
Piştî ku duh Wezîrên Derve yên Welatên Yekîtiya Ereban civiyan û li ser reşnivîsek derbarê cezakirina Sûriyê de gihan rêkeftinê, biryare di civîna îro de hinek cezayên darayî û aborî li ser Şamê bisepênin.
Li gor reşnivîsa li ber destê Wezîrên Derve yên Welatên Ereb, cezayê li ser sûriyê ji qedexekirina geşta berpirsên mezin ên sûriyê û qedexekirina geştên esmanî ji welatên ereb bo Şamê pêk tên.
Li gor wê reşnivîsê, welatên ereb wê arîkariya darayî ya projeyên ku li ser xaka sûriyê tên cîbicîkirin qût bikin. Di dawiya reşnivîsê de jî tê gotin ku nabe ew cezayane bandorê li berjewendiyên rojane yên welatiyên sûriyê bike.
Berî çend rojan Yekîtiya Welatên Ereb daxwaz ji Hikûmeta Sûriyê û Beşar Esed kirin protokola ku ji aliyê welatên ereb ve pêşkêşî wan hatiye kirin îmze bike. Armanca wê protokolê jî ew bû 500 çavdêr ji bo ji nêz ve agehdariya wan ji rewşa welatiyên Sûriyê çêbibe bişînin sûriyê, lê Esed îmze nekir û red kir.
Rudaw
