Serokê Herêma Kurdistanê sala nû ya koçî li hemû Musilmanên cîhan, Iraq û gelê Kurdistanê pîroz kir
Salvegera hîcreta serweriya me hemûyan Hezretî Mihemed (S.L) û hatina sala 1433 nû ya koçî li hemû musilmanên cîhan, Iraq û gelê Kurdistanê pîroz dikim û ji xwedayê dilovan hêvîdarim sala nû pir bi xêr û bereket bê û sala aştî û aramiyê bê ji bo hemû gelên cîhanê û yekrêzî û pêkve jiyana birayaneya di navbera pêkhatên Iraqê cîhgîr û pejirandî bê û dawî bi diyardeya tundutîjî û terorê bîne û parêzgeriyê li yekrêzî û destkeft û zêdetir pêşxistina ezmûna Herêma Kurdistanê jî li hemû waran da bibê armanca serekiya me hemû aliyek.
Bilind û şikodar bê salvegera Hîcreta Pêxemberê me yê Mezin (S.L)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30 Zîlhucce 1432 Koçî
26 Tişrîna Duyem 2011 Zayînî
