• Tuesday, 03 February 2026
logo

Bi amadebuna serokê hikumetê,hewa rêgirtin ji tunkarya li dijî jina birêve çu

Gulan Media November 26, 2011 Nûçe
Bi amadebuna serokê hikumetê,hewa rêgirtin ji tunkarya li dijî jina birêve çu
Duh, li hola Pêşewa li hewlêrê bi serperiştî ya Dr.Berham Salih serokê hikumeta herêma kurdistanê û amadebuna hejmarek ji wezîrên hikumetê û perlemantar û serok û endamên civata bilinda xanima û nunerên wealtên bîyanî û rêkxistî yên jina û civaka sivîl,hewa Niştîmanîya 16 rojî jibo rêgirtin ji tunkaryên lidijî jina birêveçu.

Di rêûresmên wê hewê de serokê hikumeta herêma kurdistanê Dr. Berhem Salih peyvek pêş kêş kir û şabuna xwe jibo beşdarî ya wê hewê dîyar kir û got:eve nîşana beyexa hikumeta herêmê ye bi pirsa jina û rêgirtin ji tunkarî ya li dijî wan.

serokê hikumeta herêma kurdistanê xûya kir ku ev hewe wê berdewam be ta 10-12 -2011, roja carnama mafên mirova li cîhanê û piştî hingî jî emê her berdewam bî li ser vê pirsê jiboy ku mîna civaka nêvdewletî em jî bi awayek giştgîr vî dîyarokê ji nava civak rakîn.

serokê hikumeta herêma kurdistanê herweha got: rêgirtin ji dîyaroka tunkar ya li dijî jina, erkek exlaqî û yasayî û civakî û sîyasî ye û ew yek erka ser milên tev alîyane ku divê rê ji vê dîyarokê bigirin.

serokê hikumeta herêma kurdistanê ew yek jî ragihand : di civîna digel civata kar û barên xanima de , pirojeke sitratîjî darêjtîye û dê bi keve pêşya tev rêkxistîyên jinan û afretan û rêkxistî yên civaka sivîl jibuna dewlemend kirina wî bi pêşnîyar û nerînên xwe ku li dawî yê bi be pirojeke sitatîjî jibo nehêlal dîroka tunkaryê lidijî jina li herêma kurdistanê.

serokê hikumeta herêma kurdistanê bizavên wezaretên hundirê ûkar û karûbarên civakî û sazîyên havldar bi jina di vî warî de, bi giring nirxandin û got: eger welatekê avedan û xweşgûzar me bivê , divê behadayînê bi jina bidîn eger ne nagehîn vê armancê.
Di piştre peyva serokê perlemana kurdistanê û seroka civata bilinda xanima li herêma kurdistanê, Pexşan Zengene hatin xwendina û têde ev dîyaroke di nêv civaka kurdistanê de bi fihêt da zanîn.

Li dawî yê serokê hikumeta herêma kurdistanê bi amadebuna wezîrên rewşenbîrî û lawan û kar û karûbarên civakî , xelatên rêzgirtinê dabeş kirin bi ser , lijna berevanîkirinê ji mafê afreta di perlemana kurdistanê de û rêveberya rêgirtin ji tundkarî ya û çend rêveberî û rêkxistî yên jinan û rojnamevanên mê û hejmarek ji jinên kedkêş û endamên lijna amadekarî ya wê hewê , herweha girûpa muzîka Hewlêr û Helmet çend berhemên hunerî pêş kêş kirin digel pêş kêş kirina filmeke sînemay ku beşa sînema di kolîca hunerên cwan de di zanîngeha Selahedînê amade kirbû.

Di piştre serokê hikumeta herêma kurdistanê pêşangeheke fotogirafî taybet bi dîyaroka tunkarî ya li dijî jina vekir.
Top