Hewlêr bû namzeda paytexta geştiyariya erebî’
Wezîrê şûnwar û geştiyariya Iraqê Lîwa Simêsim got: wezareta geştiyariya Iraqê bajarê Hewlêrê wek namzeda paytexta geştiyariya erebî ragihandiye.
Simêsim, ku li paytext Bexdayê di merasima vekirina mûzeyeke şûnwarî de amade bû, diyar kir, em dixwazin civîna geştiyarî ya welatên erebî ku biryar e sala 2015ê pêk bê, li Hewlêrê bê sazkirin.
Wezîrê geştiyariya Iraqê, da zanîn, ji ber ku Hewlêrê bajareke tenahî ye û hemû merc û pêdawîstiyên geştiyariyê tê de heye, wek namzeda paytexta geştiyariyê hatiye nîşandan.
