• Tuesday, 03 February 2026
logo

Serok Barzanî Serdana Devera Mexmûrê Kir

Gulan Media November 24, 2011 Nûçe
Serok Barzanî Serdana Devera Mexmûrê Kir
Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi mebesta ji nêzde hayedar bûn ji rewşa Deverê serdana Devera Mexmûrê kir û bi Şînî û Rayedarên vê Deverê re civiya.

Di destpêka civînê de Qaêmmoqamê Mexmûrê li ser navê Şîniyên Deverê bixêr hatina Serok Barzanî kir û pişt re jî çendîn kêşe û daxwaziyên welatî û şîniyên Deverê ji Serok Barzanî re rave kir.

Çavkanî di berdewamiya axaftinên xwe de ji bilî daxwaz kirina cîhbicîh kirina çendîn projeyên xizmetgozarî hevdem daxwaz kir daku, Devera Mexmûrê jî vegere ser Kurdistanê.

Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, armanc ji vê serdana han ji nêzde hayedar bûn ji rewşa şîniyên Deverê û her weha asta xizmetgozariya Deverêye.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, pêwîste Hikûmeta Kurdistanê girîngiyeke taybetî bide vê Deverê û her weke tê zanîn kêşeya Mexmûrê gelek ji kêşeyên Deverên din cudaye.

Serokê Kurdistanê ev yek jî diyar kir ku, Devera Mexmûrê bi biryareke îdarî di sala 1996an de bi Devera Mûsilê ve hatiye girêdan û ev biryara han jî ne biryareke qanûniye.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de biratiya navbera Kurd û Erebên Deverê jî bi girîng wesif kir û ragihand ku, ev biratiya han pêwîste hîn bihêztir bibe.

Serok Barzanî diyar kir ku, li Kurdistanê de ti ferq û cudatiyek di navbera Kurd û kemeneteweyên din de tuneye û em tevahî birayên hevin û pêwîste bi rih û canê biratî bi hevre jiyan bikin.
Top