N.Barzanî: Hêja bû Danielle Mitterand weke "Dayîka Kurdan" were naskirin
Di peyamê de ku di Facebook’a xwe de weşand, barzanî got, gelek caran wî xanim Mitterand ketiye, helwesta wî beramber doza gelê Kurd û bi taybetî di rojên sext û teng de, berz nirxandiye.
Barzanî got, ew kêfxweş ku wê berî demekê karibû serdana herêma Kurdistanê bike û dibistana Danielle Mitterand li Hewlêrê veke.
Nêçîrvan Barzanî got, gelê Kurd bi cavê qehremanekê li xanim Mitterand dinêre û tu caran ji bîr nake.
Nêçîrvan barzanî got, hêja ye ku ew weke Dayîka Kurdan were naskirin.
Barzanî serxweşiya xwe ji bo malbat û kesûkarên Madam Mitterand pêşkêş kir.
Avestakurd
