Peyama serxweşiya S. H. Kurdistanê ji bo koça dawiya dosta gelê Kurd xanim Danielle Mitterand
Bi xem û kovaneke mezin me nûçeya koça dawiya dosta kevin a gelê Kurd xanim Danielle Mitterand bihîst.
Vê bûyerê ez gelek gelek xemgîn kirim, ji ber ku xanima xwedê jêrazî hevsozekî kevinê doza gelê me bû, herdem li xweşî û nexweşiyê da dostekî bi wefa bû.
Dema li sala 1989 wê pêşwaziya me kir, ku me behsa nehametiyên gelê Kurd bo wê kir, çavên wê bi rondikan pir bûn. Xwedê jêrazî rolekî ber bi çav li nasandina doza gelê me ya bi cîhana derve de hebû û yek ji dakokîkerê serekiyan bû bi taybetî li karesatên enfal û kîmyabaran û koçbera dîrokiya sala 1991.
Ji bo wê yekê rola vê xanimê qet nayê ji bîr kirin û herdem li bîra min û hemû gelê Kurd de bi nemirî dimînê.
Bi koçkirina vê xanima mezin da pirse û serxweşiya xwe bi malbata xwedê jêrazî û hemû gelê Fransa radigihînim û hevbeşê xem û êşa wanim.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
