Hikumeta Herêma Kurdistanê biryara avakirina 5000 xaniyan ji bo hejaran da
Di destpêka civênê de Dr. Berhem Salih li ser navî xwe û civata wezîran behî û sersaxî û hevxemî ya xwe dîyar kir bi helkefta koça dawî ya dosta dêrîna gelê kurd,xanim Danyal Mîtîran û bi vê helkeftê jî sersaxî yên xwe pêş kêşî malbata xanima Danyal Mîtîran û gelê Ferensa kirin, koça dawî ya Mîtîran mîna şêre jineke mazin ku di rojên dijwar û giran de piştevan û xemxora gelê kurd bu û daxwazkera maf û demokrasyê bu.
Herweha bi vê helkeftê serokatî ya civata wezîran biryar wergirt ku roja 23 – 11- 2011 , behî û sersaxî be li herêma kurdistanê û tevay sazî yên herêma kurdistanê.
Di piştre serokê hikumetê ronahî xiste ser dawî buyerên ser gorepana sîyasî ya Îraqê û deverê û pirsa vekişandina hêzên Emrîka ji Îraqê û arîşe û giriftên sîyasî li Îraqê û gavên çareser kirina pirisgirêkên navbera herêm û Bexday yê de.
Di beşeke din ya peyva xwe de ,base encamên serdana xwe jibo welatên Emrîka û Titkîye jibo civata bas kir.
Herweha xûya kir ew tiştê ku bo me buye cihê şabunê di dîdarên me de digel berpirsên hikumeta Emrîka û Kongirisê û karbidestên din, cih û senga kurd û herma kurdistanê bû ku li cem wan xûya dibû û behadayîneke mezin jî dîyar bu bi herêma kurdistanê did.
Sebaret serdana xwe jibo Tirkîye, serokê hikumetê, hevdîtinên xwe digel serok komar û serok wezîrên Tirkîye û berpirsên din bi giring û serketî dan zanîn û ragihand: me har du alîya tekez li ser xort kirina peywendî yên sîyasî û aburî û bazirganî û dabînkirina aştî û aramyê kir.
Her di wê civînê de Dr.Fûad Hûsên serokê dîwana serokatî ya herêma kurdistanê , ronî xiste ser serdana serokê herêma kurdistanê jibo Îran û Tirkîye û bi giring û serkeftî dan zanîn.
Di piştre karnama civînê hat pêş kêş kirin û gotûbêj li ser hat kirin û li ser pêşnîyaza wezareta avedankirinê , civata wezîran biryar wergirt ku 250 milyar dinar ji budceya sala 2012 jibo avakirina 5000 hezar xanî ya jibo welatî yên hejar û kêmderamet lib ajar û bajêrokên herêmê bi hên avakirin
