• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Herêma Malopolskay Polonî û Serok Parlemena wî Herêmî kir

Gulan Media November 22, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Herêma Malopolskay Polonî û Serok Parlemena wî Herêmî kir
Îro sêşem 22/11/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Mark Sûa Serokê Herêma Malopolskaya Polonî û Kazîmêrz Barzîk Serokê Parlemena wî Herêmê li gel Balyoz Stanslav Smolin Balyozê welatê Polenda li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de, Serokê Herêma Malopolskaya Polonî ji bilî xweşhalî derbirîna bi serdana şanda berfireha Parlemen û Hikûmeta Herêma Malopolska bo Herêma Kurdistanê, bi kurtî di derbarê dîroka wê Herêmê xisterû û ragihand ku dîrokeke hevbeşê Kurdistan û Herêma Malopolskaya Polonî komdike, Herêma Malopolska nêzîkî (123) sal dabeşkiribû li ser sê‌ parçe û bi dirêjahiya wê demê jî tuşî malwêranî û dîktatoriyeta Nazî bibû û Kurdistan jî çar parçeye û niha her dû gel li qonaxek dane ku wiha pêwîst dike pêkve kar ji bo pêşxistina pêwendiyan bikin.

Gelê Herêma Malopolska piştî li hewl û têkoşîna gelê Kurdistanê û xebata serkirdeya mezina Barzaniyê Nemir ji bo destanîna azadî û demokratiyetê dizanin û li hewldanên Serok Barzanî jî agahdarin ku kariye li demeke kurt da emn û asayîşa Herêma Kurdistanê berqerar bike û destkefta mezin ji bo gelê Kurdistanê bînê holê û Herêma Kurdistanê berev pêşve bibe û amadehiya gelê Malopolskaya Polonî jî li alîkarîkirina Herêma Kurdistanê li hemû waran da nîşan da, her wiha Serok û Serokê Parlemena Herêma Malopolska bi fermî dawetî Serok Barzanî kirin ku li cîvîna aboriya cîhaniya çaverêkirî de beşdar bibê ku têda Serok û Serok Wezîrên gelek welatên cîhanê amade dibin.

Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Serokê Herêma Malopolska û Serokê Parlemena wî Herêmî kir û piştevanî û piştgîriya xwe jî ji bo armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê nîşan da û bi xweşhaliyê ve dawetnameyan qebul kir û hêvî xwest pêwendiya di navbera her du Herêma Kurdistan û Malopolskaya Polonî bigihe asta hêviyan û daxwaza her du aliyan û sûd li ezmûna hevdû werbigrin bo ku asta pêwendiyên di navbera wan biçê qonaxekî pêşketîtir de.
Top