• Friday, 06 February 2026
logo

Herêma Kurdistanê: Divê balafirgeha Kerkûkê sivîl be

Gulan Media November 22, 2011 Nûçe
Herêma Kurdistanê: Divê balafirgeha Kerkûkê sivîl be
Her sê Serokatiyên Herêma Kurdistanê dijatiya xwe li hember wê yekê ragihandin ku balafirgeha Kerkûk bibe leşkerî û tekîd kirin ku divê ew balafirgeh sivîl be û rêz ji Civata Parêzgeha Kerkûkê bê girtin.

Di 17ê de, hêzên Amerîka, balafirgeha “Huriye” da destê artêşa Iraqê û ji ber vêya nakokî navbera polîs û artêşê derket. Êvara heman rojê, Parêzgarê Kerkûkê di kongireke rojnamegeriyê de ragihand ku heta 3 rojên din artêşa Iraqê dê di balafirgehê de bimîne, hêzên pêşmerge heta wê demê çaverê û di amadebaşiyê de ne.

Serokê Parlamentoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî, îro, ragihand, “Divê serkirdatiya siyasî li Herêma Kurdistanê û nûnerên me li Bexda û Kerkûkê gelek hişyar bin, ji ber rewş hestyar e, divê wiha bikin em rastî tundiyê neyên û mafên xwe jî ji dest nedin.”

Kerkûkî got jî, “Em hewlên rijd didin ji bo çareserkirina pirsgirêka balafirgeha Kerkûkê bi awayekî aştiyane.”

Li hember de, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên daxuyand, “Serokatiya herêmê danûstan û têkiliyê digel hikûmeta Iraqê û hemû aliyan dike daku ew pirsgirêk bê çareserkirin, em hêvîdarin ew balafirgeh bibe sivîl.”

Ji bal xwe ve, Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawa Mehmûd ragihand ku helwesta hikûmeta herêmê digel şerîyetê ye ku ew jî Civata Parêzgeha Kerkûkê ye û divê ew balafirgeh jî bibe sivîl.

Mehmûd got jî, “Em dijî wê yekê ne ku ew balafirgeh leşkerî be, helwesta hikûmeta herêmê digel Civata Parêzgeha Kerkûkê ye ku piraniya wê dibêje divê ew balafirgeh sivîl be, lewra divê rêz ji raya piraniya dengên civatê bê girtin.”

Sêşema borî, Civata Parêzgeha Kerkûkê bi tevahiya dengan biryar da binkeya asmanî ya Huriye bibe balafirgeheke navdewletî ya sivîl û ji hêla hêzên ewlekariya parêzgehê ve bê parastin, lê Wezareta Bergirî ya Iraqê ew biryar red kir.

AKnews
Top