Serokê Herêma Kurdistanê li gel hejmarek ji rêxistinên Parastina Zarokan re civiya
Li destpêka civînê de, nûnerên rêxistinên parastina zarokan yên li seranserê Kurdistanê da bi navçeyên veqetandî ve jî çend pêşniyazêkê xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku girîngîdaneke zêdetir bidin zarokên Herêmê û li ruyê werzîş, huner, perwerde û tendirustiyî ve, bi taybetî di derbarê zarokên bê serpereştiyar û nexweşên Talasîma û Otîzm û Kêmendaman û daxwaz kirin Hikûmeta Herêmê zêdetir girîngiyê bi wan zarokan bide û li rêya derxistina yasayekî taybetê ji bo parastina wan.
Serok Barzanî ji bilî pîrozbahî kirina zarokên Kurdistanê ya ji bo pejirandina peymannameya mafên zarokan li 20/11/1989 hêvî xwest ku ev salveger werçerxanek bê ji bo desteberkirina zêdetirê mafên zarokan li Herêma Kurdistanê. Eve jî bi hevkariya aliyên pêwendîdaran ku jiyanekî asûde ji bo wan bê dabîn kirin û asta zanistî û rewşenbîriya wan bilind bibe û bi awayekî bigihe asta zarokên cîhanê. Her wiha bi aramî û asûdeyî û bextewer jiyana xwe bi ser bibin. Li vî warî de tekez li wê yekê kir ku pêwîste Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbat pêkve girêdayî dirustkirina hewa û jîngehekî guncaw ji bo xewkirin û perwerdeya zarokan bin. Her wiha tekez jî li ser hebûna çavdêriya civak û Hikûmetê ya ji bo parastina mafên wan kir. Bi taybetî zarokên xwedî pêdiviyeke taybet heye ku jiyanekî asûde û serbilind bijîn û şiyanên wan pêş bixin.
Serok Barzanî li vî warî de tekez li wê yekê kir ku erkê malbatê ji erkê Hikûmetê ne kêmtire. Ji bo wê yekê pêwîste hemû aliyek girîngiyê bidin zarokan. Rola navendên civakiyan û bingehên ciwanan û peymangehên perwerdehiya taybetî jî li xizmetkirina zarokên bîrkol û nebîhîst û nedîtî û xwedî pêdiviyeke taybet de bilind nirxand û tevahiya piştgîriya xwe jî ji bo wan navendan dûpatkir ku her yek ji wan li ruyê civakî û derûnî û xizmetguzariyê ve girîngiyê bi zarokan didin.
