Me hişyariya metirsiyê li ser Kurdistana İraqê kêm kiriye
Wezîrê Derve yê Almanya Guido Westerwelle di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê rewşa aram a asyîşa Herêma Kurdistanê ‘ji bo pêşketina aborî û derfetek baş bo kompaniyên Almanya wekî tiştekî giring’ wesif kir û wiha got: “Ji ber wan pêşketinan me hişyariya bo çûna Herêma Kurdistana İraqê sînordar û kêm kiriye. Lê ji bo navçeyên din ên İraqê ew hişyarî berdewam e.”
Westerwelle di hevpeyvînê de behsa rewşa niha ya Sûriyê kir û got: “Emê zextên siyasî û dîplomasî yên li ser rejîma Esed di hemû dezgehên navneteweyî de zêdetir bikin.”
Wezîrê Derve yê Almanya ragihand ku Tirkiye wekî dewletek cîranê Sûriyê wê di vê projeyê de “Xwedî rolekek serekî” be, lê red kir ku behsa plana leşkerî kiribe. Di heman demê ji metirsiyên behsa wan tê kirin cûdatir, derbarê piştgiriya Tirkiyê ya bo Birayên Misilman ên Sûriyê bo dirûstkirina hikûmetek Îslamî dibêje: “Emê bi awayek sîstematîk peywendiyên xwe ligel Civata Nîştîmanî ya Sûriyê bihêz bikin. Emê piştgiriya hewldanên ji bo damezirandina Sûriyek demokrat û sêkûler bikin.”
Rudaw
