• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoz û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê kir

Gulan Media November 21, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoz û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraqê kir
Duh yekşem 20/11/2011 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya James Jeffery Balyozê Emerîka li Iraq û General Austin Fermandeyê Giştî yê Hêzên Emerîka li Iraq û şandekî li gel wan kir.

Li vê hevdîtinê de asta pêwendiyên di navbera her du aliyan li ber ronahiya peymana îmza kiriya di navbera Iraq û Emerîkayê hate guftûgo kirin, her wiha Serok Barzanî tekez li ser girîngiya bihêzkirina wan pêwendiyên ku xizmet bi berjewendiya hevbeşa her du aliyan bike bi taybetî li dawiya îsal da piştî vekişana hêzên Emerîka li Iraqê.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Emerîka û Fermandeyê Giştî yê Hêzên wî welatî li Iraqê niyaza welata xwe ji bo geşepêdana pêwendiyên li gel Iraq û Herêmê dûpatkir û ragihand ku ew aramî û pêşketina Herêmê li hemû waran da wiha kiriye ku neku her giraniya xwe hebê‌ li nav Iraqê da belku li hemû navçeyê da û ji bo wê piştgîriya ku li Konsol û Konsolgeriya welatê xwe ya li Herêmê da tê kirin spasî Serok Barzanî jî kir.

Her li vê hevdîtinê de rewşa navçeyê bi giştî û pêşketinên dawiya hinek li welatên Erebî û asta pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal û çawayiya çareserkirina pirsa helawestiyan hate nirxandin û bîrûra jî li vî derbarî de hate danustandin.
Top