Îbrahîm: PDK serokwezîriyê ji YNKê werdigire
Gotyarê PDKê Cafer Îbrahîm, ji AKnewsê re axivî û got, pirsa pevguhertina serokwezîriyê di navbera PDK û YNKê de hat çareserkirin û PDKê dê vê postê ji YNKê werbigire.
Îbrahîm, diyar kir, namzedê PDKê bo posta serokwezîriya Herêma Kurdistanê jî, cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî ye.
Gotyarê PDKê, ragihand, dê nêrîn û helwestên aliyên dijbere jî li ser vê pirsê bê wergirtin, ji ber ku çalakbûna hikûmetê bo asayîbûna rewşa herêmê girîng e.
Derbarê serokatiya parlamentoya Kurdistanê de jî, Cafer Îbrahîm, got, carê li ser hûratiyên vê yekê nehatiye kirin, lê tenê biryar hatiye dayîn, serokwezîrî bê guhertin.
Li gorî rêkeftina navbera PDK û YNKê, her 2 sal carkî, serokwezîrî û serokatiya parlamentoya Kurdistanê navbera wan de tê guhertin.
(AKnews)
