Wezîrê derveyê Nemsa digel berpirsê peywendîyên derve civî ya û beşdarî ya korbenda aburî jî kir û serdana Kelha Hewlêrê kir
Di hevdîtinekê de dinêvbera Felah mIstefa berpirsê peywendî yên derveyên hikumeta herêma kurdisanê û Maykil Spîndêîgere cêgirê serok wezîran û wezîrê derveyê Nemsayê basê çawanî ya xort kirina peywendî yên dinêvbera herdu alî ya de û dawî guhertinên Îraq û navçeyê kir.
Di piştre di kongireke rojnamevanî de Felah Mistefa serdanan cêgirê serok wezîrên Nemsa jibo herêma kurdistanê bilind nirxand û got : îro qûnaxeke nu û giring ji peywendîyên dinêvbera hikumeta herêmê û Nemsayê de destpêdike û hîvîdarîn ev core civîne her merdewam bin û Nemsa bikar roleke hejî di pirosa avedankirina herêma kurdistanê de bileyze.
Hewrweh xûyakir peywendî yên gelê kurdistanê digel Nemsa di dêrînin û hergav piştevanî ji gelê me kirye û hevkarî û pêş kêş kirina hêsankarî ya jî, jibo revenda kurd nîşana piştevanî û alîkarî ya berdewame.
Herwesa berpirsê peywendî yên derve tekez li wê kir Nemsa weleteke giringe di nêv yekêtîya Ewrûpa de û xwedî serboreke dêrîn û mezine û hîvîxwestin kunslgerî ya xwe li herêma kurdistanê vebike jibuna bêtir pêşdaçuna wa peywendî ya di tev warande.
Her di wê kongira rojnamevanî de Maykil Spîndlîger cêgirê serok wezîrên Nemsayê şabuna xwe bi serdana herêma kurdistanî ragihand û heybetî ya xwe jî li hember pêşketinên herêmê û aramî û avedanî yê jî dîyar kir.
cêgirê serok wezîrên Nemsayê armanca serdana xwe ya jibo herêma kurdistanê rohin kir, û got: di çarçoveya serdana me de ya jibo Bexdayê me bi fer dît em serdanan herêma kurdistanê jî û behadayînê bi peywendî yên xwe bidîn, ji ber ku herêma kerudistanê ciheke taybet û giring di nêv Îraqê û nevçeyê de heye û me divê em beşdarbîn di hevkarî kirin û piştevanî kirina herêma kurdistanê de di tev kertekî de û li dema ez vegeram di gel wezaret û alîyên havldar kar dikîn jibuna hevkarî û hemahengî digel hikumeta herêma kurdistanê. Herwehaq got: beşdarî kirina me di korbenda aburî de dinêvbera herêma kurdistanê û welatê Nemsayê de armanceke din ya serdanan me bû jibo herêma kurdistanê.
Her di heman rojê de, li Hewlêrê cihgirê serok wezîr û wezîrê derveyê Nemsayê û berpirsê fermangeha peywendiyên derveya hukûmeta herêma Kurdistanê û wezîrê çandinî yê hukûmeta herêma Kurdistanê, beşdarî ya yekemîn korbenda (forum) abûrî û bazirganî ya navbera Kurdistan û Nemsayê hate bûn.
Di destpêka merasima dest pê kirina evê korbenda han de her yek ji cihgirê serok wezîrê Nemsayê û berpirsê fermangeha peywendiyên Derveya hukûmeta herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kirin û balkêşandine ser girîngiya bihêztir kirina peywendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Nemsayê de.
Piştî nîvroya wê cêgirê serokê wezîrên Nemsa û şanda digelde û berpirsê peywendîyên derveên hikumeta herêmê , serdana Kelha Hewlêrê kir û ji alî yê Newzad Hadî parêzgerê Hewlêrê hatin pêşwazî kirin û paşî geryanekê din Kelhê de, cêgirê serokê wezîrên Nemsayê û Felah Mistefa bo sazîyên ragehandinê axivîn û ronî xiste ser giringî û armancên serdanê xwe.
Êvarî ya heman roj cêgirê serokê wezîrên Nemsa û şanda digelde bi rêya balefirgeha Hewlêr ya nêvdewletî ji alîyê Felah Mistefa berpirsê peywendî yên hikumeta herêma kurdistanê û nunerê hikumeta herêmê li Nemsayê jibo welatê wî hatin birêkirin.
Têzanîn li roja 21-10- 2011 , Felah Mistefa serdanan welatê Nemsayê kir û digel Maykil Spîndlîger wezîrê derveyê Nemsa civî ya.
Di wê dîdarê de berpirsê beşa rojhelata navîn di wezareta derveya Nemsa û nunerê hikumeta herêmê li wî welatî Dr. Mistefa Remezan amadebun, basê peywendîyên du alî dinêvbera Îraq û Nemsayê bi giştî û herêma kurdistanê digel wî welatî bi taybet kir.herweha ronî xiste ser rewşa sîyasî ya Îraqê û qûnaxa piştî vekişandina hêzên Emrîka.
KRG
