Fûad Hisên: Ti rêkeftin li ser mayîna leşkerên Tirkiye li herêmê tune ye
Heftiya borî, rojnameya “Taraf” a Tirkiyeyê belav kiribû ku di serdana wî ya bo Tirkiyeyê de, Barzanî digle Tirkiye rêkeftibû ji bo dirêjkirina dema mayîna leşkerên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê bo 6 salên din.
Fûad Hisên, duhî daxuyand ku di serdana vê dawiyê ya Serokê Herêmê bo Tirkiye û dîdar û civînên wî digel rayedarên wî welatî de, ti rêkeftinek wiha navbera Barzanî û hikûmeta Tirkiye nehatiye îmzekirin ji bo mayîna wan leşkeran bo heyama 6 salên din li nav xaka herêmê.
Hisên got jî, “Ez ne agahdarî wê yekê me ku navbera her du aliyan rêkeftineke 23 bend hatibe îmzekirin û dirêjkirina dema mayîn wan hêzan yek ji wan bendan be.”
Derbarê soza serokê herêmê ji bo hevkarîkirina Tikriye ji bo jinavbirina PKKÊ, Hisên wiha da zanîn, “Ti daxwazeke wiha nehatiye kirin û sozeke wiha jî nehatiye dayîn.”
Derbarê têkiliyên navbera herêm û Tirkiye piştî wê serdanê, Hisên wiha da zanîn:
“Têkiliyên navbera Herêma Kurdistan û Tikriyeyê pêşve diçin û dê berferehtir bibin, ne tenê ji ber pirsa ser sînor, lê belê ji ber warê aborî û civakî û rewşa navçeyê ev têkilî dê pêşve biçin digel Tirkiye û Îran jî.”
