• Thursday, 05 February 2026
logo

Çilrojiya terorkirina şehîd Mişel Temo li Hewêrê hat bibîranîn

Gulan Media November 18, 2011 Nûçe
Çilrojiya terorkirina şehîd Mişel Temo li Hewêrê hat bibîranîn
Duhî danê hêvarê li hola wezareta rewşenbîrî li paytexta herêma Kurdistanê çilrojiya terorkirina serokê şepêla pêşerojê Mişel Temo hat bibîranîn.

Rêresmên bîranînê bi amadebûna parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî û nûnerê hikûmeta kurdistanê û nûnerên hejmarek mezn ji hêz û rêkxistinên kurdî ji seranserî Kurdistanê, bi sirûda Ey reqîb destpêbû.

Di merasîmê de peyva şepêla pêşerojê ji aliyê berpirsê peywendiyên şepêlê ve hat xwendin piştre Newzad Hadî parêzgarê hewlêrê peyva xwe pêşkêşkir herweha peyva malbata Temo ji aliyê Faris Temo kurê Mişel ve hat xwendin.

Piştî pêşkêşkirina fîlmek dekomentî li ser jiyan û xebata şehîd Mişel, Bîlal Pîran nûnerê şoreşa cwanên Qamişlo bo azadiyê li Herêma Kurdistanê peyvek pêşkêş kir, tê de tekez li ser rolê cwanên kurd di qada kurdistana Sûriyê de kir herweha tekez li pêwîstiya yekxistina mala kurdî li Sûriyê ji ber pêwîstiya vê qonaxê kir.

Cihê amaje pêdanê ye ku hunermendê navdarê kurd Birader jî peyvek pêşkêş kir tê de xuya kir ku ew niha mijolî amadekirina stranekê ye li ser şoreşa gelên Sûriya.
Top