Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Nemsa kir
Li hevdîtinê de ku Balyozê Iraq li Nemsa û Nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li wî welatî amade bûn, Cîgirê Serok Wezîr û Wezîrê Derveyê Nemsa balkişand li ser pêwendiyên xurtê welatê xwe ya li gel Herêma Kurdistanê û hêviya berdewamiya wan pêwendiyan xwest û ragihand ku ji nêzîk ve agahdarî rewş û pêşketinên Kurdistane û xweşhale bi geşbûnên îro ya Herêmê û beşdariya kompanya û veberhênerên Nemsayî li pêvajoya wan geşbûnan da û ji bo wan hemû destkeftên ku ji bo gelê Kurdistanê hatine holê pîrozbahiyê li Serok Barzanî kir û hêvî xwest ku Hikumeta Herêmê li hewldanan bide ku destkeftên din û destkeftên zêdetir ji bo gelê Kurdistanê bîne holê û amadehiya welate xwe jî ji bo alîkarî kirina Herêmê li hemû warê aborî û bazirganî û veberhênan û uze(enerjî) da nîşanda.
Serok Barzanî ji bo piştevanîkirina xelkê Kurdistanê ya li dema nehametî û karesatan da û her wiha li hewandina wan Kurdên ku serî li wan da bûn spasî welatê Nemsa kir û bi girîngiyê ve jî behsa pêwendiyên di navbera Herêm û welatê Nemsayê kir û ragihand ku bi mebesta bihêzkirina dostayetiya di navbera her du aliyan û pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst bi gelê Kurdistanê û piştevaniya berdewamiya wî welatî ji bo ezmuna Herêma Kurdistanê, gelê Kurdistanê xwazyare pêwendiyekî xurt li gel welatê Nemsa hebê.
