• Wednesday, 04 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Endamên Kongreya Komeleya Xwendekarên Kurdistanê kir

Gulan Media November 17, 2011 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Endamên Kongreya Komeleya Xwendekarên Kurdistanê kir
Ji bo sazkirina heftehemîn Kongreya Komeleya Xwendekarên Kurdistanê, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Endamên Kongreyê kir ku eve jî naveroka wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayên birêz Endamên Heftehemîn Kongreya Komeleya Xwendekarên Kurdistanê

Silav û rêz

Ji bo sazkirina heftehemîn Kongreya Komeleya we ya têkoşer, pir bi dil pîrozbahiyekî germ li we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim bi navê zêdetir xizmet gihandina bi lêkolîna xwendekaran ew lêkolîna ku rola serekî li tevgera rizgarîxwaza gelê me da hebûye û îro jî şan bi şanî rêxistina qutabî û xwendekarên din dirêjiya xebata pîşeyiya xwe dide ji bo bilind ragirtina sîstema xwendin û fêrkirina bilinda li Herêma Kurdistanê da.

Diruşma kongreya we (Xwendina modern serepa guherîna felsefeya xwendina pêwîste) diruşm ku pêwîste wekî desthilat li Herêma Kurdistanê da piştgîrî li wê diruşma we ya pîroz bike û bi hemû şiyanekî ve hewla bi cîhkirinê bide ji ber ku pêkanîna xwendina modern û bilindkirina asta wê pêwîstî bi guherîna felsefeya xwendine ku eve jî erkekî hevbeşa desthilat û rêxistina qutabî û xwendekarane.

Dûbare pîrozbahiya sazkirina vê kongreya we dikim li gel tevahiya piştgîriya min ji bo her hengavek ku hun li vî warî de biryarê li ser didin.

Her şad û serfiraz bin

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17/11/2011
Top