• Thursday, 05 February 2026
logo

Serokê hikumeta herêmê û Cêgirê serok wezîrê Nemsa civîyan

Gulan Media November 17, 2011 Nûçe
Serokê hikumeta herêmê û Cêgirê serok wezîrê Nemsa civîyan
Dr. Berhem Salih Serokê hikumeta herêmê duhî êvarê pêşwazî ya Maykil Sipîndlîger Cêgirê serok wezîr û wezîrê derveyê Nemsa û balyozê wî weletî li Îraqê û şanda digel de ya hikumî û bazirganî kir.

Di hevdîtinekê de ku wezîrê Hundirê û samanên Sirûştî û Bazirganî û berpirsê peywendîyên derve û serokê desteka weberhênanê li herêma kurdistanê amadebun,gotûbêj li ser çewanî xort kirina peywendî ya kir di tev waran de û bi taybetî di warê aburî û kilturî û têhnê û weberhênanê de.

Serokê hikumeta herêmê spasî ya rola Nemsayê kir di piştevanî kirina gelê kurdistanê de û ew kurdên ku li wî weltî niha jîyanê derbas dikin.herweha Dr. Berhem Salih hîvî xwestin ku Nemsa rola xweya giring her wekî çewa di nêv civaka nêvnetewî de dileyze, weha di hevkarî û piştevanî serbora demokrasî ya herêma kurdistanê jî bigêre.
Di hemberê de Cêgirê serok wezîrê Nemsa spasî ya wê pêşwazî ya gerima serokê hikumetê kir û piştevanî ya xwe jibo bêtir behadayînê bi peywendîyên herdu alîya dîyarkiri , bi tabetî di bîyava aburî û bazirganî û weberhanan û têhnê û kilturî de.

Her di wê dîdraê de basê pêşketinên herêma kurdistanê û beşdarî ya kompanî û weberhênerên Nemsa di pirosa avedankirina kurdistanê de hat kirin û şanda hikumeta Nemsa jî amadey ya xwe dîyar kir jibo alîkarîkirina herêma kurdistanê.

Herweha giringî ya lidarxistina korbenda aburî ya Nemsa û herêma kurdistanê ku biryare îro li Hewlêrê birêvebiçe tewereke dina hevdîtinê bû .

Piştî wê dîdarê jî, Serokê hikumeta herêmê û Cêgirê serok wezîrê Nemsa jibo sazîyên ragihandinê bi giringî ve basê dîdar û xortkirina peywendî ya dinêvbera herêma kurdistanê û Nemsayê de kir.
Top