Erdhejê vê carê li Gimgima Mûşê xist
Li gorî daxwiyaniya ji aliyê Serokartiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezîn demjimêr di 04.37 de erdheja bi hêza 4.5 li navçeya Gimgim a Mûşê xist.
Li gorî Resedxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçîyê û Navenda Çavdêriya Erdhejê ya Enstîtuya Netewî ya Lêkolîna Erdhejan hêza vê erdheja li Gimgimê xist 4.6 e.
ANF
